QSD: Bi dehan çete hatin girtin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ji bo du jinên rêveber ku beriya bi çendekê hatibûn qetilkirin li herêma sînor a Dêrazor û Iraqê operasyon kirine û bi dehan endamên çeteyan hatine girtin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD'ê û got, ''Ji bo tola du jinên şoreşger were hilandin li dijî DAÎŞ'ê operasyoneke berfireh hatiye kirin.''
Hate diyarkirin ji ber zêdebûna êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Dêrazorê, 4'ê Sibatê bi tevlêbûna hêzên QSD'ê, YPG, YPJ'ê û Hêzên Ewlehiya Navxwe operasyon hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ev operasyon li çola Dêrazorê û sînorê Sûriyê û Iraqê didome. Van 24 saetan dawî operasyon li ser gelek cihên çeteyan hate kirin, gelek cebilxaneya wan hatiye bidestxistin.''
QSD'ê bi berdewamî got, ''Operasyon didome. Têkilî operasyonê agahiyên berfireh çend rojên pêş bi raya giştî re wê were parvekirin.''
Çeteyên DAÎŞ'ê 22'yê Çile li Hesekê qada Dêşîşa du jinên Ereb ku xebatên Rêveberiya Xweser dikirin revandibûn û qetil kiribûn.