Cenazeyê Şehîd Iwênat veşartin

Cenazeyê endamê Lîwa El Şema El Demokratîk Samîh Iwênat li Minbicê bi merasîmekê veşartin.

Şêniyan bi alên Lîwaa El-Şemal El-Demokratî, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger cenazeyê şehîdê Lîwaa El-Şemal El-Demokratî Samih Iwênat, ji pêşiya nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan ve çûn.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Lîwaa El-Şemal El-Demokratî destpê kir.

Piştre Berdevkê Fermî yê Lîwaa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb axivî û got: "Bi berdêlên giranbuha em welatê xwe diparêzin. Bi yekîtî û hevgirtinê em li dijî tundrewan û terorîstên disekinin da ku ref lawaz nebe."

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hevserokê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan Rebî Izedîn axivî û got: "Gelên me berdêl dan û gihaştin karwanên şehîdan û ji bo ewlehiyê û aştiyê canê xwe feda kirin û me fêrî jiyana bi rûmet kirin."

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cuma Heyder axivî û diyar kir ku ew li ser xeta şehîdan dimeşin, heke ne ji berdêlên şehîdan baya dê negihaştina vê qonaxê. Heyder got: "Şehîd ew mirovê ku di rêya jiyaneke bi rumet de canê xwe feda kirine."

Herî dawî jî Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cemîla Îbrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşman de veşartin.