Li dijî lîderê eşîreta El Igêdatê êrîşekî sûîkastî hate kirin

Duh mayîneke berê li mala lîderê eşîra El Igêdat Şêx Hisên Înad El Mûfdî batibû bicihkirin, teqiya. Di êrîşa di nava mehekê de bu du car pêk hat, ziyanên madî pêk hatin.

Duh mayinek li pêşiya mala lîderê eşîra El-Igêdat şêx Hisên Înad El-Mûfdî li gundê Ebû El-Mûftî yê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê, teqiya. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Hate ragihandin ku duh saet di 11:00’an de mayin teqiya ziyanên madî pêk hatin.

Ev cara duyemîn e ku kesên nenas hewl didin şê^x Hisên bikujin. Beriya 20 rojan jî kesên nenas dema şêx Hisên ji bajarokê El-Siwer vedigerî mala xwe, ew gulebaran kiribû.