BI DÎMEN

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Newrozê re amade ne

Ji 15‘ê Adara 2025‘an ve gel agirê Newrozê pê xistin û heya roja 21’ê Adarê wê ev agir nevemire. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşwazîkirina Newrozê amade ne.

Newroz ji bo tevahî pêkhateyan tê wateya rojek nû û di vê rojê de bi milyonan gel vê rojê pîroz dikin. Newroz bi taybet ji bo gelê Kurd bûye nasnameya berxwedanê. Ji ber ku gelê Kurd yê herî ku zehmetî di jiyana xwe de dîtine. Bi Tevgera Azadiya Kurd pêş ket, Newroz bi girseyî tê pîrozkirin. Her sal bi milyonan Kurd û dostên Kurdan ji netewên cûda dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin.

BI ŞOREŞA ROJAVA RE HÊVIYÊN BI NEWROZÊ RE MEZIN BÛN

Bi derketina Şoreşa Rojava ya ku bû çirûska azadiya gelan, Newroz êdî bi rehetî tê pîrozkirin. Ji ber di dema rejîma Esad de pir zordarî hebû. Lê ev yek jî ji bo gelan nedibû asteng û Newroz her sal bi kêfxweşî dihat pîrozkirin. Bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê Newroza sala 2025’an de bi coşek pir mezin pêşwazî dikin. Çalakî û şahiyên wan her roj û her seat tên lidarxistin. Armanca wan a sereke ji vê berxwedanê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Vê salê jî wek her sal li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Newrozê bi coş tê pîrozkirin. Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroza sala 2025’an bi dirûşmeya “Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo, Misogeriya Civaka Demokratîk e” wê li qada her bajarekî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxisin. Ev jî wê li hemû bajaran di heman seatê de werin lidarxistin.

Ji dîroka 15‘ê Adara 2025‘an ve gel agirê Newrozê her şev vêdixe û heya roja 21‘ê Adarê dê ev şahî dewam bikin. Belê ev şahî jî ji aliyê gel ve bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.

Di vê çerçoveyê de dayikên ku bi hatina Newrozê dilşad in û hestên xwe tînin ziman, ji ajansa me re axivîn.

‘HÊVIYA ME DI VÊ NEWROZÊ DE AZADIYA RÊBER APO YE’

Ayda Xelîl da zanîn ku Newroz tişta herî xweş e di jiyanê de û got: “Em di vê cejnê de cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe dikin, bi dîlan û stranên xwe yên gelêrî bi taybet li ser Newrozê şahiya xwe dikin. Her wiha ez vê Newroza sala 2025‘an li Rêberê mirovatiyê Rêber Apo pîroz dikim û weke tevahî gelê Kurdistanê em ê vê salê bikin sala azadiyê Rêber Abdullah Ocalan.

Em bi saya şervanên xwe û şehîdên xwe gihiştine asta ku bikaribin Newroza xwe bi xweşî pîroz bikin. Hêviya me ji bo vê salê serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin û em ê her dem li ser piyan bin ta Rêberê me azad bibe û mafê Kurdan bigihije serî. Em her sal li benda Newroza xwe ne da ku bi kêfxweşî pîroz bikin, di vê salê de jî pêşwaziya me ji bo cejna Newrozê pir bi coş e.”

‘NEWROZ ÇANDA ME YA HEZARÊN SALAN VEDIGERÎNE’

Cîhan Gulo diyar kir ku ew Newroza şervanên ku niha di çeperên şer de parastina wan dikin û gelê li Bendava Tişrînê pîroz dikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Li cem gelê Kurd dema dibe meha Adarê jiyana me giştî dibe kêf û şahî. Meha Adarê ji bo me pîroz e. Her wiha em di vê rojê de çanda xwe ya resen a gelê Kurd a bi hezarên salan vedigerînin. Em bawerin wê ev Newroz ji bo me bibe sala yekbûyî û serketina gelê Kurd. Ya herî giring ji bo me, pêwîste di vê salê de Rêberê me azad bibe û ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo. Bi hêviya serxwebûn û aştiyê. Em soza xwe jî li hember şehîd û Rêberê xwe nû dikin û dibêjin xeta şehîdên me wê ya bingehîn be û em ê heta asta serketinê têkoşîn bikin.”