Şervana YPJ'ê Vejîn Hesekê: Pîrozkirina Newrozê xwedîderketina li şehîdan e
Şervana YPJ'ê Vejîn Hesekê ji eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Li hemberî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin û agirê Newrozê geş bikin."
Şervana YPJ'ê Vejîn Hesekê ji eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Li hemberî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin û agirê Newrozê geş bikin."
Şervanên YPJ'ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava şert û mercên herî zehmet de li eniyên berxwedanê têdikoşin, hatina Newrozê bi coş pêşwazî kirin.
Yek ji şervanên YPJ'ê yên li eniya berxwedanê ne Vejîn Hesekê li ser Newrozê axivî: "Weke şervanên YPJ'ê em Newrozê li Rêber Apo, hemû hevrêyên li çeperan û gelê xwe pîroz dikin. 21'ê Adarê yek ji rojên herî girîng ên dîroka Kurdistanê ye. Di heman demê de xwedî wate û peyameke mezin e. Dewleta Tirk û çeteyên wê her roj bi çekên herî giran êrîşî çeperên berxwedanê dikin. Li hemberî vê yekê jî hevrêyên me li eniyên herî pêş bi biryardarî li ber xwe didin. Di heman demê de em Newrozê bi coşeke mezin pêşwazî dikin.
Em bawer dikin ku vê Newrozê bi serketinê tacîdar bikin. Çawa ku hevrêyê Kawa Mazlûm Dogan li zindana Amedê bi sê derbikên niftikê bedena xwe da ber agir û Newroz pîroz kir, em jî mîrateya berxwedanê ya Kawayê Hemdem bi biryardarî dewam dikin. Çiqas êrîşên giran li ser herêmê bêne kirin jî em ê bi her awayî li ber xwe bidin û agirê Newrozê hîn bêhtir geş bikin. Ji ber ku pîrozkirina Newrozê, geşkirina agirê Newrozê tê wateya xwedîderketina li hezaran şehîdan ku canê xwe feda kirin."