Aldar Xelîl ji bo Newrozê bang kir
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kes beşdarî Newrozê bibe.
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kes beşdarî Newrozê bibe.
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl ji bo Newroza ku wê bi şîara ‘azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, temînata Sûriyeya demokratîk e’ bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Aldar Xelîl diyar kir ku Newroz cejna hemû gelên Rojhilata Navîn e, ne tenê ya gelê Kurd e û destnîşan kir ku sembola azadî, berxwedan û jinûve ji dayik bûnê ye. Aldar Xelîl bal kişand ser pêvajoyên dîrokî û bi bîr xist ku di dema Medan de qebîle û eşîr li dijî zaliman hatine ba hev û şoreş pêk anîne. Diyar kir ku di Newroza roja îro de jî gel, civakên baweriyan û pêkhateyên cuda dest didin hevdû û li dijî zilmê têdikoşin û netewa demokratîk ava dikin.
Aldar Xelîl anî ziman ku ew bi şîara ‘azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, temînata Sûriyeya demokratîk e’ ber bi Newroza sala 2025’an ve diçin û bilêv kir ku gelên li herêmê divê bi coşeke mezin beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Xelîl destnîşan kir ku Newroza îsal wê bibe Newroza azadî, wekhevî, demokrasî, berxwedan û gelan û got, pîrozbahî wê ji hemû gelên herêmê re bibe çavkaniya îlhamê.
Aldar Xelîl Cejna Newrozê li her kesê pîroz kir û diyar kir ku ew hêvî dikin Newroza 2025’an bibe Newroza azadiya Rêber Apo, avakirina Sûriyeyek demokratîk û yekîtiya gelê Kurd.