'Destûr dibe sedema dûrxistina pêkhateyan'

Lêkolînera Zanistên Civakî û Siyasî Dr. Hûda Rizq got, pêşnûme destûra bingehîn a demkî ya bi navê 'Komara Erebî ya Sûriyeyê' dibe sedema dûrxistina hemû pêkhateyan.

Têkildarî pêşnûmeya destûra bingehîn a demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê rêveberiya demkî ya li Şamê ve hate pejirandin û bi pênase û naveroka xwe bû sedema nerazîbûnan Lêkolînera Zanistên Civakî û Siyasî Dr. Hûda Rizq ji ANF'ê re axivî.

Dr. Hûda Rizq got, "Wesifkirina dewletê weke Komara Erebî ya Sûriyeyê, neteweyên ne Ereb ên weke Kurd, Tirkmen, Suryan û Asûrî ji xwe dûr dixe. Ragihandina destûr dibe alîkar ku rejîma nû piştgiriyê ji piraniya Sunî werbigire, nemaze dema ku diyar dike ku ola serokê dewletê Îslam e û olên din biçûk dixe."

Dr. Hûda Rizq diyar kir ku “Komara Erebî ya Sûriyeyê” nasnameya Erebî li ser cihêrengiya welêt ferz dike û dibe sedema dûrxistina pêkhateyên din û ev yek berovajî wê gotarê ye ku dibêje hemû welatiyên Sûriyeyê xwedî mafên wekhev in.

Lêkolîner Hûda Rizq bal kişand ser guhnedana lihevkirina navbera Ehmed El Şera û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ku ji aliyê gelek derdoran ve bi piştgiriyeke xurt hate pêşwazîkirin.

DESTÛR MAFÊ GELAN BINPÊ DIKE

Dr. Hûda Rizq anî ziman ku destûra nû de ti maddeyên ku behsa nûnertiya pêkhateyên neteweyî û olî yên weke Kurd, Tirkmen û Sûryanan bikin nîne.

Lêkolîner Hûda Rizq her wiha bal kişand ser rewşa jinan di destûra nû de û got: "Di destûrê de behsa rewşa jinan di nava malbat û jiyana civakî de hatiye kirin. Lê behsa bihêzkirina rola wê di jiyana siyasî de nehatiye kirin. Pêwîste di destûrê de rola jinan di biryardayînê de were destnîşankirin û tenê behsa rola jinan di malbat û civakê de bêyî ku hebûna wê ya bi bandor di jiyana siyasî de hebe, têrê nake."

'PÊWÎSTE XALÊN RÊKEFTINÊ PÊK WERIN'

Dr. Hûda Rizq anî ziman ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jinên Kurd bi awayekî aktîf beşdarî jiyana siyasî û leşkerî dibin û ji destûra nû hêrs dibin û pê de çû: "Tirs li ser nebûna cihêrengiya mezhebî û etnîkî di nasnameya Suriyeyê de hene. Ji ber vê yekê min banga guhertinên destûrî kir ku nûnertiya pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyê tê de hebe."

Dr. Hûda Rizq işaret bi girîngiya peymana navbera QSD'ê û hikumeta demkî ya Şamê kir û got, "Destûra nû yek ji rêkeftinên ku di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şera de hatine kirin bicîh neanî. Girîng e ku li ser xalên rêkeftinê were sekinandin."