Gelê Kantona Cizîrê nobeta Tişrînê dewr girt
Nobeta ji bo parastina Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 71 roj in didome. Koma Kantona Cizîrê bi coş ji aliyê gelê Kantona Firatê ve hatin pêşwazîkirin û nobet dewr girt.
Nobeta ji bo parastina Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 71 roj in didome. Koma Kantona Cizîrê bi coş ji aliyê gelê Kantona Firatê ve hatin pêşwazîkirin û nobet dewr girt.
Ji 8'ê Çileyê ve şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendeva Tişrînê, parastina destkeftiyên xwe û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û parêzvanên xwe, kom bi kom li Bendava Tişrînê nobedê digirin.
Koma 6’an ya ji Kantona Cizîrê hat, îro di saetên êvarî de gihişt Bendava Tişrînê. Koma nû ji aliyê gelê Kantona Firatê ve bi coş hatin pêşwazîkirin.