Li Eyn Îsayê Newroz hat pîrozkirin
Gelê Eyn Îsayê li navenda bajêr Newroz pîroz kir û peyama, “Em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin” dan.
Gelê Eyn Îsayê li navenda bajêr Newroz pîroz kir û peyama, “Em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin” dan.
Li çolter û navenda bajarê Eyn Îsa ya Kantona Firatê bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hat pîrozkirin. Li navenda Eyn Îsayê Newroz li Parka Jinê hat pîrozkirin.
Di şahiyêde HevseroKê Meclîsa Bajêr a Eyn Îsayê Ayat El Ebdullah axivî û Cejna Newrozê pîroz kir. El Ebdullah komkujiya li çotera Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin jî şermezar kir.
Rêvebera Kongra Star a Eyn Îsayê Hedla Hec Muslîm jî axivî û Newroza berxwedêrên Bendava Tişrînê û malbatên şehîdan pîroz kir. Hedla Hec Muslîm anî ziman ku wê gelê Sûriyeyê li dijî êrîşan berxwedanê mezin bikin.
Piştî axaftinan gel agirê Newrozê gur kir û dirûşmeyên piştevaniya bi berxwedêrên Tişrînê re berz kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.