Bendava berxwedanê: Tişrîn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de bendava Tişrînê, gelek zirar dîtin. Endezyar dibêjin divê demildest saziyên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê.
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de bendava Tişrînê, gelek zirar dîtin. Endezyar dibêjin divê demildest saziyên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê.
Li ser her dîwarekî dirûşmeyek, li dor her agirekî stran û tililiyên dayîkan hene. Dayîk bi cil û bergên Kurdî ber bi bendava me ve hatine.
Ji 8’ê Çileyê ve konvoya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin, gel ji bo parastina bendava xwe seferber bûye. Li ser riya hatinê bi sedan car gel hatin hedefgirtin, gel bi balafirên şer, balafirên bê mirov û bi hemû cure teknîkê rastî êrîşan hatin. Gel bi israr gihîşt ser bendava xwe.
Gel piştî ku bi israr û berxwedanî gihîşt bendavê li ser bendavê jî rastî gelek êrîşan hatin, 25 şehîd ji bo bendavê hatin dayîn, çalakvanên ku ji bo parastina bendava xwe li vir bûn, hatin hedefgirtin. Bi dehan wesayît hatine rûxandin. Tîmên Tenduristî û tîmên Ragihandinê jî rastî êrîşan hatin, di encamê de gelek kes ji tîmên Tenduristiyê şehîd bûn û gelek wesayîtên ambulansê jî hatine ruxandin. Gelek rojnamevan jî hatine hedefgirtin.
Li ser bendavê çîrokên rengo rengo yên berxwedaniyê hene. Di nava wesayîtan de, di wê êrîşa hov de çîrok bi dawî dibûn û kezebên dayîkan jî dişewitîn. Hêza û Edhem yek ji çalakvanên ku keça xwe Tala ya 8 mehî li pey xwe hiştin û berê xwe dan bendavê, lê li ser bendavê wesayîta wan hat hedefgirtin û dayîk û bavê Talayê şehîd bûn.
Lê coş û hêza gelê li ser bendavê diyar dike ku çi dibe bila bibe ew ê tu carî bendava xwe bi tenê nehêlin û nahêlin jî.
Bendava Tişrînê yek ji bendavên herî bi nav û deng li ser asta Sûriyeyê ye. Ew xizmetê ji tevahî Sûriyeyê re dike, di heman demê de jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kehrebe û av jî dike. Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a di 8’ê Kanûna 2024’an de Bendav rastî gelek ziraran hat.
Bendava Tişrînê bi êrîşa li ser turbînên wê gelek hatine seknandin û tijî av jî bûne, endezyarên ku li bendavê ne wê yekê dibêjin, eger ku destwerdanên lezgîn neyê kirin wê bendav birûxe. Eger ku were rûxandin jî wê bi xwe re kareseteke mezin a mirovî bîne, bajarê Reqa, Tebqa û Dêrezorê heta bi bajarên Iraqê wê binav bibin.