Şehîdên Qamişlo, Til Hasil û Til Eranê hatin bibîranîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîdên Komkumiya Qamişlo, Til Hasil û Til Eranê bi bîr anîn û soz da gelê herêmê ku wê ji bo rizgarkirina herêmên di destê dagirkeriyê de û hilanîna tolê, şer bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji destpêka lihevketina Sûriyeyê ve, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên qirkirina gelê me dest pê kirin.

Di van rojan de (27`ê Tîrmehê) em salvegera 9`emîn a komkujiya Til Hasil û Til Eranê bi bîr tînin. Ew komkujî ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra, Lîwa Tewhîd, Ehrar El-Zawiyê û komên girêdayî Meclisa Niştimanî "Azadî û Selaheddîn" ve pêk hatin. Di encamê de bi dehan zarok, jin û şêx bûn qurbanî. Ev temsîla hişmendiya qirker û tunekirina gelê herêmê dike, ji ber ku ev komkujî bi naverok û şiklê xwe û heta armanca xwe girêdayê kiryarên terorîstan e ku beriya çend salan di 27`ê Tîrmehê de pêk hat û di 2016`an de çeteyên DAÎŞ’ê bi kamyonekê bajarê Qamişlo kir armanc, di encamê de bi dehan kes şehîd bûn."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qirkirina gel, bi taybet piştî gelek destkeftî hatin qezenckirin, dewam dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Bajarê Serêkaniyê ji sala 2012`an ve û heta bi Qamişlo û Efrîn û careke din jî Serêkaniyê û Girê Spî û îro jî hemû herêm bi hişmendiya qirker re rû bi rû ne. Ev jî isbat dike ku gelê wan li dijî vî fikrî şer dikin û ew ê bi berdewama vê rêyê dawî li hêzên terorîst bînin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyê de 9`emîn salvegera komkujiya Til Hasil û Til Eran û 6`emîn salvegera komkujiya Qamişlo bi bîr anî û soz da gel ku ew ê tola şehîd û herêma xwe hilîne, her wiha ew ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna armancên şoreşa gel tê bikoşe."

Rêveberiya Xweser, di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên li Sûriyeyê û NY`yê kir ku helwestekê li hemberî van kiryarên dewleta Tirk pêk tîne, nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Til Hasil û Eran, Qamişlo û tevahiya şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin."