Şehîdê QSD’ê Bozan Ciwan bi girseyî hat veşartin
Şehîdê QSD’ê Bozan Ciwan, ji aliyê bi sedan kesan ve li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.
Şehîdê QSD’ê Bozan Ciwan, ji aliyê bi sedan kesan ve li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.
Şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê, cenazeyê şervanê QSD'ê Ciwan Bozan ê li ser erka xwe li Girkê Legê şehîd bû, bi meresimekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin. Şêniyan, cenazeyê şehîd ji ber Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirt û bi karwanekî ber bi şehîdgehê ve bi rê ketin.
Li şehîdgehê bi deqeyekê rêz hate girtin. Ji fermandarên QSD'ê Mihyedîn Xêrkê di meresimê de axivî û wiha got: “Malbata şehîd, kêliyek ji parastina nirxên şoreşgeriyê xwe nedaye alî. Di şoreşê de şehîd dane û tev li pêngavên rizgarkirina gelek herêman bûye."
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê endama meclîsê Munîfa Silêman, li hemberî gef û êrîşên Tirkiyeyê banga xurtkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan kir.
Di meresimê de endamê rêveber ê PYD'ê yê Girkê Legê Fûad Sadî jî axivî û got: “Ji ber fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şoreşê de doza me mezin bûye."
Sadî, bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hemberî faşîzma Tirkiyeyê têkoşînê geş bikin.
Apê şehîd, Mihemed Bozan jî diyar kir ku ew bi şehadeta Ciwan serbilind in û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Mihemed ve hat xwendin û radestê malbatê hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.