Cebhet El-Ekrad: Em ê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin

Cebhet El-Ekradê cangoriyên qetlîama Til Hasil û Til Eranê bi bîr anî û got “Em ê li ser axa xwe dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad daxuyaniyeke nivîskî weşand û cangoriyên Komkujiya Til Hasil û Til Eranê û herêmên din ên gundewarên Helebê bi bîr anî n.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Di 27’ê Tîrmeha 2013'an de li dijî gelê me yên bajarokên Til Hasil û Til Eranê û herêmên din ên gundewarê Helebê komkujî pêk hat. Di vê rojê de hêzên terorîst li dijî vîna gelê herêmên Şehbayê li hev kirin û komên tundraw ku yên ji 21 kom pêk dihatin tevî Cebhet El-Nusra û Lîwa El-Tewhîd û bi destekdayîn yekser a îstîxbarata Tirkiyeyê, ev komkujî pêk anîn.

Wê demê dewleta Tirk di bin navên cuda de dest li axê Sûriyeyê werda û bi sponsoriya hikumeta Tirkiyeyê, DAIŞ derket da ku şerê Sûriyeyiyan û taybet şerê Kurdan bike. Hêzên Cebhet El-Ekrad di eniyên şer de li dijî dijmin şer dikir.

Komên tundraw daxuyanî dan û gotin ‘Xwîn, namûs û malê her Kurdekî helal e’. Bi vê gotinê êrişî hêzên Kurdan kirin, malbatên wan kuştin, mal û milkên wan talan kirin û jinên wan revandin. Heta niha aqûbeta gelek jinan ne diyar e.

Bi hezaran şênî dan koçberkirin, bi dehan gundên weke Bendava Şehba, Qibêsîn, Nêrebiyê, Nûman, Kiêbe, Til Betal, Qer Kelbîn, Ehres, Til Şiyîr, Qeret Koz, Dodiyan û gelek gundên herêma Ezaz û Babê yên piraniya niştecihên wan Kurd bûn, bi tank û moşekan hatin rûxandin û xwestin Kurdan li herêmê tune bikin.

Komeke bi navê ‘Ebû Docene’ ya girêdayî dewleta Tirk bû û bi esil ji Tirkiyeyê bû, gotegotên derew li ser gelê Kurd belav dikir, hewl dida fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne. Piştî ku herêm ji şêniyên wê yên resen vala bû, DAIŞ li wan herêman xurt bû. Ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve plankirî bû. Dewleta Tirk plana xwe berdewam kir û bi derewan qaşo şerê di navbera komên Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ'ê de nîşan da. Yekem herêma ku bi awayekî eşkere ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, Cerablûs bû. Dagirkeriya xwe li du herêmên Ezaz û Babê jî belav kir. Heta niha jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyan li dijî sivîlên li Şehba, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî didomîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Em Hêzên Cebhet El-Ekrad diyar dikin parastina hemû zarokên herêmê tevî pêkhateyên wê û parastina destkeftî û nirxên xwe, berpisyariya me ya sereke ye. Em ê tola xwîna şehîdên xwe hilînin da ku zilim û trajediyên gelê me dubare nebin. Em sozê didin gelê xwe ku em ê heta serketinê rêya azadiyê bidomînin, dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxînin û aloziya li welêt bi dawî bikin.”