Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama qezayê de şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî wan ê li Qamişloyê di encama qezayê de şehîd bû, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê aşkera kir ku endamê wan Mihemed El Mihemed dema ku li bendeke kontrolê ya li bajarê Girkê Legê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Mihemed El Mihemed re xwest û soz da ku heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe li ser rêya şehîdan berdewam bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed El Mihemed

Navê Bav: Atellah

Navê Dayikê: Reyûf

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Nasiriye, 09.01.1999

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Girkê Legê, 11.30.2023

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 14.04.2025