Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

SOHR: Li Sûriyeyê di nava 24 saetan de herî kêm 11 kes hatin kuştin

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrîşên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de herî kêm 11 kes hatin kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li bajarê Qirdaha yê Laziqiyê, cenazeyê Elewiyekî ku bi kursiyê ve hatibû girêdan û hatibû serjêkirin li mala wî hat dîtin.  Hate diyarkirin ku li bajarê Busra El Şam a gundewarê rojhilatê Derayê jî fermandarekî berê yê komên muxalefetê ji aliyê endamên Feyleqa 5’an ve hat kuştin.

SOHR’ê destnîşan kir ku komên çekdar li gundê Şiniyê yê rojavayê Humisê bi ser malekê de girtin û du hevjînên hev qetil kirin. Ciwanek ji bajarokê Mizêrîb ê gundewarê rojavayê Derayê jî di encama gulebaranê de hat kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li herêma Cisir El Şixûr a gundewarê Idlibê cenazeyê du ciwanên  ku ji aliyê komên çekdar ên nenas ve hatin kuştin, hatin dîtin. Hate zanîn ku her du ciwan berî çend rojan dema diçûn peravê, agahî ji wan qut bibû.  

Li gorî SOHR’ê, li herêma Komonat a Çolistana Sûriyeyê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer bi erebeyekê ve, kesek hat kuştin.

Hate diyarkirin ku li gundê Mehrûta yê Hemayê kesek dema hewl dida bi birayê xwe re derbasî Lubnanê be, li ser sînor di gulebarana çekdarên hêzên desthilata Şamê de hat kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li gundewarê Helebê du çeteyên dewleta Tirk a dagirker di kemîna hêzên ewlehiya giştî ya desthilata Şamê de hatin kuştin. Hate gotin, her du çete ji ber destê wan di revandina ciwanekî li gundê Til Meksûr ê nêzî bajarê Babê de heye, hatin kuştin.