Astengkirina karwanên alîkariyê li gelek bajaran hate şermezarkirin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî astengkirina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ji bo xelkê peravê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Hesekê, Til Hemîs, Şedadê û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina komkujiyên ku li dijî sivîlan li peravên Sûriyeyê tên kirin û nehiştina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ji bo xelkê peravê xwepêşandan hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê xwepêşandaneke girseyî li ber Mizgefta Xelîl a taxa El Salihiyê dest pê kir û heta qada Şehîdan a taxa El Muftî berdewam kir.

Di xwepêşandanê de beşdaran pankartên bi nivîsên "Em daxwazin ku ji sûcdaran hesab were pirsîn", "Xelkên Hesekê û pêkhateyên wê komkujiyên li peravên Sûriyeyê şermezar dikin", "Ji kuştinê re na", "Berxwedan jiyan e" bilind kirin.

Li ser navê pêkhateyên bajêr, Ebdulxenî Oso axivî û tekez kir ku dîroka Sûriyeyê li ser bingeha yekrêziya di navbera hemû pêkhateyan de hatiye avakirin û aliyên ku destwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de dikin berpirsê parçekirin, şer û pevçûnan e. Oso her wiha got: "Tiştê ku li peravên Sûriyeyê diqewime berdewama êşeke kevn e, ev tawan û astengkirina alîkariyan, nayên qebûlkirin. Armanca me tenê piştgiriya mirovahî ye û em ê heta dawiyê li kêleka gelê xwe bin. "

ŞEDADÊ

Girêdayî mijarê, Meclisa Bajarê Şedadê bi beşdariya nûnerên ji bajarên Erîşa û Mergede li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwepêşandanek li dr xist. Di xwepêşandanê de rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El Dexêm axivî û got: "Em piştgiriya didin gelê xwe yê li perava Sûriyeyê û sûcên li dijî wan hatine kirin şermezar dikin. Nehiştîna derbasbûna alîkariyan karekî derexlaqî ye û dijî pransîbên mirovahiyê yên herî hêsan in."

AMÛDÊ

Bi sedan xelkê bajarê Amûdê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û bang kir ku rê bidin ku konvoya alîkariyên mirovî yên ji Rêveberiya Xweser ji bo xelkê perava Sûriyeyê hatine pêşkêşkirin, derbas bibin. Şêniyan girîngî da girêdana civakî û yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelan û banga danîna sînorekê li hember astengiya derbasbûna alîkariyên mirovî, bi dawî bû.

TIL HEMIS

Li bajarê Tl Hemîsê bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên tev li xwepêşandê bûn. Şêniyan alên Rêveberiya Xweser û pankartên bi nivîsa "Sûcên li peravên Sûriyeyê rawestînin" û "Na ji hikûmeta ku nûnertiya Emşat û Hemzat dike re" hildan. Di çalakiyê de komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê ji aliyê komên girêdayî desthilata Şamê ve tên kirin, hatin şermezarkirin.