Zanîngeha Kobanê şandeya Fînlandiya pêşwazî kir
Şandeyek ji Fînlandiyayê ji bo pergala zanîngehê nas bike û piştgiriyê bide, serdana Zanîngeha Kobanê kir.
Şandeyek ji Fînlandiyayê ji bo pergala zanîngehê nas bike û piştgiriyê bide, serdana Zanîngeha Kobanê kir.
Şandeya ku beriya niha serdana Zanîngeha Rojava kiribû, niha li Zanîngeha Kobanê lêkolîn pêk anî. Mebesta serdanê ew e ku li herêmê avahiya zanîngehên herêmê baştir were naskirin û piştgirî ji van saziyan re were kirin.
Di nava şandeyê de nûnerên saziya civaka sivîl a têkildarî perwerdehiyê ya li Fînlandayê jî hebûn.
Şande ji aliyê akademîsyenên zanîngehê ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinan de der barê avahî, xebat û projeyên siberojê yên zanîngehê de agahî hatin dayin. Di hevdîtinan de şanda Fînlandayê, diyar kir ku ew dixwazin pergala zanîngehan berfirehtir nas bikin û proje û hevkariyên hevpar ava bikin.
Piştî hevdîtinê şande serdana beşên cuda yên zanîngehê kir û li cihê perwerdehiyan lêkolîn kirin.