Cenazeyê şervanê QSD’ê Şervan Ocalan hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Şervan Ocalan ê di 21’ê Adarê de li Şedadê şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Helebê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şervan Ocalan (Ehmed Heqî) ê ku di 21'ê Adarê de Şedadê şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Helebê hat veşartin. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlî merasîma veşartinê bûn.

Her wiha merasîma xiyabî ya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hikmet Kirad û gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Şervan Gerîla jî hat lidarxistin. Karwanê şêniyan ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya herêma Şiqeyêf ve bi rê ket.

Li goristanê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Aryan Heleb û li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî Ferhad Kobanê axivîn û soza tolhildana şehîdan, domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna aramiyê dubare kirin.

Xwişka şehîd Hikmet Kirad, Şêristan Kirad jî axivî û wiha got: "Birayê min di Berxwedana Serdemê de şopên ku nayên jibîrkirin hişt. Em ê fedekariya wî di bîranîna xwe de û di rûpelên dîrokê de zindî bihêlin. 8 sal em li benda wî bûn, îro em bi şehadeta wî bejna xwe ditewînin."

Dayika şehîd Şervan Ocalan, Newal Mihemed got ku gelê Kurd bi saya fedakariya şehîdan ev destkeftiyên heyî bi dest xistin.

Bavê şehîd Şervan Gerîla, Mustefa Nêman jî wiha axivî: "Kurê min bi îsrar û baweriyeke xurt tevlî refên gerîla bû û di 10 salan de destanên lehengiyê nivîsandin.”

Piştre straneke neteweyî ya li ser Kurdistanê ku bi dengê şehîd Şervan Gerîla û peyameke bideng a şehîd Hikmet Kirad hatin pêşandan.

Di dawiya merasîman de wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Şervan Ocalan hat veşartin.