Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Helebê bendên hevbeş ên kontrolê hatin danîn

Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Hêzên Asayîşê û Hêzên Ewlekariyê yên desthilata Şamê bendên hevbeş ên kontrolê danîn.

Di çarçoveya pêkanîna benda 5’an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, îro bendên kontrolê yên axî yên li ser rêya Ewarid û Sika yê di navbera her du taxan û taxên din ên Helebê de hatin rakirin.

Piştî rakirina bendan, bi amadebûna nûnerên meclisa her du taxan û nûnerên desthilata Şamê de bendên kontrolê yên hevbeş ê di navbera Hêzên Asayîşa Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê de tên danîn.