Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Bendên kontrolê têne rakirin

Li Helebê, bendên kontrolê yên navbera taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên din ên bajêr têne rakirin.

RAKIRINA BENDÊN KONTROLÊ

Di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikumeta Şamê de 1'ê Nîsanê peyamek ji 14 xalan hate îmzekirin.

Ji bo bicihanîna xala 5'an a peymanê, aliyan îro dest bi rakirina bendên kontrolê yên navbera herdu taxên Helebê û taxên din kirin.

Ji bo rêyên bingehîn ên nêzî xaçerêya El Şîhan a li rojavayê taxa Eşrefiyê jinûve bêne vekirin, kar destpê kir.

Tê payin ku di nava çend saetên bê de daxuyanî bê dayin û rê bêne vekirin.