Ji bo malbatên şehîd Çiyager û Şiyar serdanên sersaxiyê

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û xelkê Firatê serdana taxa Miştenûrê û gundê Qeremoxê kirin û sersaxî ji malbatên şehîd Çiyager û Şiyar re xwestin.

Ji xelkê kantona Firatê bi sedan kesî berê xwe dan taxa Miştenûrê û gundê Qeremuxê yê li rojhilatê Kobanê û sersaxî ji malbata Şehîd Çiyager Dîcle û Şiyar Herekol re xwestin. Çiyager Dîcle 22'ê Tîrmeha 2024'an li Zapê, Şiyar Herekol jî 9'ê Kanûna 2024'an li Minbicê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Di bîranîna destpêkê de Hevserokê Desteya Gaziyan û Malbatên Şehîdan a Kobanê Mistefa Êto axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan ew gihîştine vê pêvajoyê û got: "Di dîroka gelê Kurdistanê de em rastî gelek berxwedêrên weke Çiyageran hatine. Bi saya wan jî em li vir in. Me koçberî û komkujî yê li ser gelê me bi saya van hevalên me yên pêşeng derbas kirin."

Ji Rêveberiya Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Bedîa Miho axivî û got, "Şehîd Şiyar ku bavê xwe û birayê xwe jî şehîd e ew jî xwedî li wê sozê derket û xwedî li wê xetê derket. Vaye di çar mehan de destanên dîrokî bi destê hevrêyên Şiyar hatin kirin û car din me mohra xwe li dîrokê dan."

Serdanên sersaxiyê û bîranîn bi dirûşmên 'Şehîd namirin' û 'Bijî berxwedana gerîla' bi dawî bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya şehîd Çiyager Dîcle, xwişka wî jî şehîd e û navê xwe jî Dîcle Kobanê ye. Di heman demê de jî Şiyar Herekol ku bavê xwe Îsmaîl Cezairî û biryayê xwe jî Şiyar Qeremux şehîd bûne.