Nasnameya şehîdekî QSD'ê hate eşkerekirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku li eniyên şer ên Minbicê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe Şiyar Herekol eşkere kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê de şehîd bû.

QSD'ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza dewamkirina berxwedan û têkoşîna da û got, "Heta ku em vê têkoşînê bi serketineke bi heybet tacîdar nekin em ê rehet nebin."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Navê kod: Şiyar Herekol
Nav û paşnav: Hekîm Cezayir
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê Jidayikbûnê: Kobanî
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 09.12.2024