ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şervanê HRE’yê Soro Berxwedan şehîd bû
HRE’yê ragihand ku şervanê bi navê Soro Berxwedan 9’ê Tebaxa 2024’an şehîd bûye. -
Kongra Star: Hikûmeta Şamê dixwaze tevilheviyê çêbike
Kongra Star diyar kir ku hikûmeta Şamê hewl dide li herêma bi aram, tevilheviyê çêbike û got: “Divê hesabê komkujiya Dêrazorê ji qirkeran bê pirsîn.” -
‘Dewleta Tirk hewl dide çanda Kurdî tune bike’
Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelan parçe bike û li hev bide şerkirin û got ku divê gel di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de xweparastinê pêş bixin. -
Dagirkeran bombe li gundên Cat û Ewn Dadat barand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev bombe li gundên Cat û Ewn Dadat ên bakurê Minbicê barand. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundewarê bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî 2 kes revandin. -
Rêveberiya Xweser: Şam û Enqere dixwazin kaosê çêbikin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Dêrazorê da û diyar kir ku Enqere û Şam dixwazin kaosê çêbikin û aramiyê xera bikin. -
Kombûna Jinan a Zenûbya komkujiya li Dêrazorê şermezar kir
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya êrîşa hikûmeta Şamê ya li dijî sivîlan, bi tundî şermezar kir. -
Di êrîşa li ser Kantona Efrîn-Şehbayê de zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî bajarokên Şera û Şêrewa yên girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê û kampa Şehbayê kirin. Di encama êrîşê de zarokek birîndar bû. -
QSD: Di êrişa hêzên Şamê de 11 sivîl şehîd bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişa hêzên hikumeta Şamê de yên li ser Kantona Dêrazorê 11 sivîl şehîd bûn. -
Di komkujiya hikûmeta Şamê de 13 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku di derdora saet 02.30’an de komên girêdayî hikûmeta Şamê bi obusan êrîşî gundên Dêrazorê kirine û di encamê de zarok jî di nav de 13 kes hatine qetilkirin. -
Rûspiyên Igêdat: Em û QSDˊê hevgirtiyeke ku nayê parçekirin in
Rûspiyên eşîra Igêdat diyar kir ku ew li kêleka QSDˊê ne û got: " Hêza yekane ya ku berdêlên giran ji bo rizgarkirina me ji terorê dane, QSDˊê ye.” -
Çeteyên dewleta Tirk 7 kes revandin, êşkence li 2 zarokan kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava hefteyekî de 7 kes revandin û êşkence li 2 zarokan kirin. -
Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Demhat Ereb li Til Hemisê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Demhat Ereb (Elî Xidir Tahir) ku 2’yê Tebaxê di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmekê li bajarê Til Hemîsê hat veşartin. -
Dewleta Tirk bombe li çiyayê Kizwana yê Hesekê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li çiyayê Kizwana yê li Hesekê barand û agir bi qadê ket. -
Dewleta Tirk li Şerayê êriş bir ser dibistanekê
Dewleta Tirk li bajarokê Şera yê Kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser dibistanekê. -
Hêzên Şamê careke din êrişî Dêrazorê kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê Dîfa El Wetenî doh bi şev careke din êriş birin ser bejahiya rojhilat a Dêrazorê. -
Dewleta Tirk bombe li gundên Minbicê barand
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku gundên kantona Minbicê şeva Çarşemê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi rengekî giran hatin bombekirin. -
Êrişên hikumeta Şamê pêşî li DAÎŞ'ê vedikin
MSD'ê bang li hêzên neteweyî û siyasî hemûyan kir ku sûcên hikumeta Şamê şermezar bikin û diyar kir ku ev sûc dibin sedem ku DAÎŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê û têkoşîna li dijî terorê lawaz dike. -
Hêzeke nû ya medyayê. Nefel Produksiyon
Nefel Produksiyon ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşangeriyê dike, ji sala 2017'an û vir ve bandoreke girîng li medyayê kiriye û li gel weşanên zindî her wiha gelek berheman diafirîne. -
Li Ezazê nêzî nuqteya kontrolê teqîn çêbû
Li Ezazê li nêzî nuqteya kontrolê ya Şet a çeteyên dewleta Tirk a dagirker wesayîteke bombebarkirî teqiya. Li gorî nûçeya Ajsana Nûçeyan a ANHA’yê kuştî û birîndar hene. -
Berteka li dijî biryara girtina sê partiyan
Meclîsa Kantona Efrîn-Şehba, biryara Iraqê ya girtina sê partiyan şermezar kir. -
Dagirkeran gundên Şêrewayê topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin. -
Nûrî El Xelîl: QSD’ê amade ye bersiva her êrîşeke li dijî herêmê bide
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl bal kişand ser fealiyetên dijber ên hêzên girêdayî hikumeta Şamê û diyar kir ku QSD’ê amade ye bersiva her êrîşeke li dijî herêmê bide. -
Serdana malbata şehîd Bahoz Hewlêr kirin
Xelkê Kantona Firatê ji malbata şehîd Bahoz Hewlêr re sersaxî xwest. Gerîlayê HPG’ê Bahoz Hewlêr li Xakûrkê şehîd bûbû. -
Li Dêrazorê di şer de 8 êrişkar hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn
Çavkaniyên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di şerê ji ber êrişa hêzên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 8 êrişkar hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn.