ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Helbestvanê Kurd Cegerxwîn hate bibîranîn
Helbestvanê Kurd Cegerxwîn di salvegera 36'an a wefata xwe de, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Di êrîşa dagirkeran a li Eyn Îsayê de sivîlek birîndar bû
Di êrîşa artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê ya li ser rêya M-4 a navçeya Eyn Îsayê de sivîlek birîndar bû. -
DAÎŞ'î yên girtî li gorî kîjan pîvanan hatin berdan?
Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 631 endamên DAÎŞ'ê efû kir. Hevserokê Dadgeha Parastina Gel Hesen Silêman diyar kir ku ji sala 2014'an ve 7 hezar DAÎŞ'î tên darizandin û yên hatine berdan jî sûcên sivik kiribûn. -
Êrîşî Şera, Şêrawa, Girê Spî û Eyn Îsa tê kirin
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. -
QSD’ê êrîşa navendeke ya dewleta Tirk a li Eyn Îsa têk bir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) navendeke ya dewleta Tirk a li ser gundên dikevin rojhilatê Eyn Îsayê têk birin. -
Girê Spî û gundên Şerawa tê bombekirin
Dewleta Tirk Girê Spî û gundên Şerawa bombe kir. -
Tecrîd û dagirkerî li Qamişlo protesto kirin
Welatiyên Qamişlo daketin qadan, tecrîda li Îmralî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
Li Eyn Îsa di navbeyna QSD'ê û dagirkeran de şerê giran didome
Li Eyn Îsa di navbeyna leşkerên Tirk-çeteyên wê û QSD'ê de şerekî giran heye. -
'Li Reqayê mirov hene û azad in'
Şervana YPJ'ê Delal Reqa ku tevî malbata xwe tevlî pêngava rizgariya Reqayê ya ji dagirkeriyê bû, hovîtiya DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, "Lê belê îro li Reqayê mirov hene û azad in." -
‘Di êrîşa li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn’
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşa SÎHA’yên Tirk a li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûne. -
Dagirkeran li Efrînê zarokek qetilkir û yek birîndar kir
Wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li ser rêya navçeya Cindirês a Efrînê, du zarokên ku li ser motosîkletê kire armanc. Ji zarokan yekê jiyana xwe ji dest da, yek jî bi giranî birîndar bû. -
Cenazeyê şehîd Reşo Dêrik hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Raman Mazûl (Reşo Dêrik) ê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke girseyî veşartin. -
HPC'ê bi meşekê piştgirî da pêngava KCK`ê
Endamên HPC’ê li Qamişloyê bi meşek girseyî xwedî li pêngava KCK’ê ya "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" derketin. -
SÎHA’yan gundên Dêrikê bombe kir: 2 sivîl şehîd bûn-NÛ BÛ
Di encama bomberdûmana SÎHA’yan a gundên Dêrikaberavê û Merzî ya girêdayî Dêrik a Rojavayê Kurdistanê 2 sivîl şehîd bûn. -
Çiya Kurd: Bê Kurd çareserî li Sûriyeyê nepêkan e
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bal kişand ku Rûsya hewl da ku pirsgirêkên navbera wan û Sûriye çareser bike û got: “Hikûmeta Şamê ti rêya diyalogê nehişt, dixwaze hemû tişt li gorî planên wan bin.” -
Artêşa Tirk dest bi valakirina nuqteya çavdêriyê ya Morekê kir
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker dest bi valakirina nuqteya çavdêriyê ya Morekê kiriye ku li başûrê Idlibê ye. Li gorî agahiyan, wê ji nuqteyên çavdêriyê yên li Til Tuqan, Şeyh Akil û Şîr Maxarê jî vekişe. -
Tecrîd bi meşeke girseyî li Girkê Legê hate protestokirin
Bi meşeke girseyî ya li navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. -
Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê dawî nabin
Dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Bilbil a Efrînê êrîşî sivîlan kirin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê Eyn Îsa bombe dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê Kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundê Seyda yê dikeve rojavayê navçeyê bombe dikin. -
Leşkerên Tirk ên dagirker li Girê Spî kesek kuştin
Leşkerên Tirk ên dagirker li Girê Spî li nêzî rêya M-4 kesekî li ber pezê xwe kuşt. -
Li Baxozê bi mayina DAÎŞ'ê 2 zarok mirin
Li bajaroka Baxozê ya Dêrazorê mayineke ku ji DAÎŞ'ê mabû teqiya, 2 zarok mirin û zarokek birîndar bûn. -
Li Qamişloyê êrîşa bombeyî 2 kes birîndar bûn
Li gundê Himo yê Qamişloyê bi motorbisiklêteke bombebarkirî êrîşek hate kirin, 2 kes birîndar bûn. -
Li Şehbayê planên qirêj ên li ser Şengalê hatin protestokirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê peyama di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin, protesto kirin. -
Dewleta Tirk zeytûnên Efrînê didize
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Bêkê û Elî Cara ya Bilbilêya Efrînê zeytûn dizî. -
Li Hesekê şaneyek DAÎŞ’ê hate girtin
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi oprasyonekê 16’ê Cotmehê li Hesekê şaneyek razayî ya DAÎŞ’ê ku ji 4 kesî pêk dihat hatin girtin.