'Li Reqayê mirov hene û azad in'

Şervana YPJ'ê Delal Reqa ku tevî malbata xwe tevlî pêngava rizgariya Reqayê ya ji dagirkeriyê bû, hovîtiya DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, "Lê belê îro li Reqayê mirov hene û azad in."

Delal Reqa ku ji bo azadkirina Reqayê tevlî nava refên YPJ'ê bû û ev armanca xwe pêk anî, diyar kir ku wan jiyana xwe ji nû ve bi dest xistine.

Reqa ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin û weke paytexta xwe ragihand, di 17'ê Cotmeha 2017'an de bi pêşengiya YPJ'ê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin. Şervana YPJ'ê Delal Reqa ya ji Helebê ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo Reqayê ji DAÎŞ'ê rizgar bikim ez tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Bajareke ku hovîtî dîtiye. Hovîtiyeke gelekî mezin li gel bi taybetî jî li jinan hate kirin. Li vî bajarî gelek zarok û jin hatin kuştin. DAÎŞ'ê jiyan talan kiribû."

BAVÊ WÊ DI PÊNGAVÊ DE ŞEHÎD BÛ

Delal Reqa tevî bavê xwe, xwişka xwe û du birayên xwe tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bû. Delal Reqa got, "Ji bo me hêzek mezin bû ku bi hev re em tevlî vê pêngava azadkirinê bûn" û wiha dewam kir: "Di pêngava rizgarkirina bajêr de bavê min şehîd bû. Şehadeta wî û gelek hevrêyên min hêzê dide min ku têbikoşim. Di pêngavê de ez li eniya Deriye bûm. Li vê eniyê şerekî giran qewimî. Xaka li eniya Deriye bi xwîna gelek hevrêyên min hate avdan. Ya ku di têkoşîna dijî dijmin de hêz dida min, dilsoziya bi hevrêyên xwe re bû."

'NAVÊ WÊ DERÊ ÊDÎ NE CEHÎM E'

Meydana li navenda bajarê Reqayê ku ji aliyê gel ve weke Devera Neîm jî tê binavkirin, dema ku bajar ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin, şahidî ji hovîtiya sedsala 21'ê re kiribû. Şervana YPJ'ê got, "Di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de ji vê derê re Devera Cehîm dihate gotin. Ji ber ku li vê deverê mîna zebaniyên li dojehê serê mirovan dihate jêkirin û bi hesinan ve dihate kirin. Cezayên welê dihatin pêkanîn ku di dîroka mirovahiyê de nehatibûn dîtin. Ev bajarê dîrokî îro ji çeteyan hatiye paqijkirin û êdî ev meydan yan jî xaçerê, navê wê ne 'Devera Cehîm e', navê wê Devera Neîm e. Yanî mirov êdî dikarin bi rengekî azad li vir bijîn."