Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

HPC'ê bi meşekê piştgirî da pêngava KCK`ê

Endamên HPC’ê li Qamişloyê bi meşek girseyî xwedî li pêngava KCK’ê ya "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" derketin.

Bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya pêngava KCK`ê ya bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em komploya navneteweyî ya 9`ê Cotmehê şermezar dikin", "Em ê 10`ê Cotmehê bikin roja azadiya Rêber Apo", "Bijî berxwedana Îmralî" û "Azadî ji bo Rêber Apo" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî rakiribûn.

Meş ji çerxerêya Şehîd Yasir Xanîka ya li bajarê Qamişlo destpê kir û bi sloganên "Bi can bi xwîn em bi te re ne Serok" û "bijî Serok Apo" dom kir.

Meşevanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ku hetanî ku Ocalan azad nebe wê li ser piyan bin û ew ê hertim li ser fikir û felsefeya rêbertî bimeşin.

Meş li ber Mala Gel a taxa Enteriyê rawestiya û veguherandin mîtingê, di mêtîngê de endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Saroxan axivî.

Saroxan diyar kir ku ev coşa pir mezin layîqî serdema ku ew tê de dijîn e û got: "Serdema ku biryara tinekirina me girtine û me jî biryara zindîkirina xwe girtiye û biryara berxwedaniyê me girtiye, bila her kes baş bizanibe ku em ê li ber xwe bidin".

Saroxan da zanîn ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji xurtbûna wê ye, ji ber lawazbûna hêza wê ye.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeya "Bijî serok Apo" bi dawî bû.