Tecrîd bi meşeke girseyî li Girkê Legê hate protestokirin

Bi meşeke girseyî ya li navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Bi diruşmeya " Ji bêdengiya naveteweyî ya li hember dagirkeriya Tirk re na", Hêzên Parastina Civakî (HPC) li navçeya Girkê Legê bi meşekê tecîrdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkeriya dewleta Tirk a Hefftenînê û dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin.

Bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî yên Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê li pêş Peymangeha Şehîd Baz a Ziman a li Girkê Legê kom bûn.

Xwepêşandan ji pêş Peymangeha Şehîd Baz dest bi meşê kirin. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên ‘Wê ruhê berxwedanê bilind bikin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin’ hatin hildan. Her wiha xwepêşandêr li tevahî kolanên sereke yên bajêr gerîn. Li gel wê jî diruşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de hatin berzdan.

Meş li navenda Hêzên Parastina Civakî xwepêşandan veguherî mêtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Koordînasyona Giştî ya TEV-DEM’ê Mîdya Ehmed, di şexsê şehîd Egîd Civyan de tevahî cangoriyên azadiyê bibîr anîn. Ehmed got: “Em bi pirrengiya zimanan a li herêmên me serbilind in. Li xendekên şer xwîn li ser fikr û felsefeya rêbertî bû yek. Em şer naxwazin, em bangawazên aştiyê ye, daxwaza maf û azadiya xwe dikin."

Mîdya Ehmed diyar kir ku Hêzên Parastina Civakî nûnertiya nirxên şoreşê dikin û bê dudilî dixebite û wiha domand: “Ev sazî layiqe ku bibe pêşenga pêngava ne ji dagirkerî û koletiyê re. Ji ber ku nûnertiya ruhê civakê nûnertiya destkeftiyên şoreşê dike."

Mêtîng bi diruşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heftenînê bi dawî bû.