Tecrîd û dagirkerî li Qamişlo protesto kirin

Welatiyên Qamişlo daketin qadan, tecrîda li Îmralî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişloyê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşeke girseyî lidar xistin.

Endam û xebatkarên şaredariyên kantona Qamişloyê tevlî meşê bûn. Meşvanan pankartên bi nivîsa "Bê Serok jiyan nabe", "Em dagirkeriyê têk bibin, nirxên şoreşê biparêzin", "Azadî ji bo Ocalan", "Vîna gel wê bi ser bikeve" û "Ji dagirkeriyê re na" rakiribûn.

Meş ji ber Akademiya Şaredarî û Parastina Ekolojîk a Qamişloyê destpê kir.

Meşvanan bi berzkirina dirûşmayan protestokirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heta Çerxerêya Sonî ya naverasta bajarê Qamişloyê meşiya. Li çerxerêyê meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Silêman Ereb axivî.

Silêman Ereb got: "Îro li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li vir em dengê xwe bilind dikin. Em dibêjin na ji dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re. Êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser Rojavayê Kudistanê ne, li seranserê cîhanê îro dewleta Tirk bûye serkêşiya şovenîzm, nîjadperestî û parastina DAIŞ`ê ye.”

Piştî axaftinê, mîtîng bi dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Erdoganê terorîst" bi dawî bû.