Serdana gorên şehîdan hatin kirin

Li Colemêrg û navçeyên wê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê hatin kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aşitiyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê kirin.

Goristana Serê Solan a li Taxa Tekser a li Colemêrgê hate ziyaretkirin. Ji malbatan re sersaxî hate xwestin û dia hatin kirin. Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Parlak li vir axivî û bal kişand ser ‘’Banga Aşitîû Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo û ev yek anîn ziman: ‘’Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi saya kesên ku di vê rêyê de canê xwe dane, pêk hat. Di vê pêvajoya dîrokî de em ê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û em ê hêviyên hemû windayên xwe bi aşitî û azadiyê tacîdar bikin.’’

Her wiha li navçeya Geverê jî goristanên li taxên Bajêrge û Ormanê jî hatin ziyaretkirin. Li goristanan dia hatin kirin û ji malbatan re sersaxî hate xwestin.