‘Di êrîşa li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn’

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşa SÎHA’yên Tirk a li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûne.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bombebarana dewleta Tirk a li ser gundekî Dêrikê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

"Di êrîşa Balafirên Bê Mirov ên Biçek (SÎHA) yên  artêşa Tirk a dagirker 20'ê Cotmehê nîvro, gundê Merzê yê girêdayê Dêrikê bombe kir. Di encamê de du sivîl şehîd bûn.

Ji berî demekê ve gelek balafirên bê mirov ên girêdayê artêşa Tirka  dagirker li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê difirin û di gelek caran de sivîl û înşatên bajar dikin hedef."