Êrîşî Şera, Şêrawa, Girê Spî û Eyn Îsa tê kirin

Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Gelek gundên Girê Spî, Şehba, Şêrewa û Eyn Îsayê hate kirin.

Li gorî saeta herêmî saet 23:00’an de gundên Meranaz, Malikiyê,  Şiwarxa Kelha Şiwarxa ya Şera ya Efrînê bombe kirin.

Heman demê gundê Samûqa û Bendava Şehba ya Şebayê jî hatin bombekirin.

Beriya wê nîv saetê gundê Ebû Sirê ya Eyn Îsa hate topbarankirin. Heman demê gundê Dibis yê dikeve rojavayê Eyn Îsa û Fatsa ya dikeve rojhilatê Eyn Îsayê jî hatin bombekirin.

Di saetên şevê de artêşa Tirk gundên Eyn Îsa, Girê Spî, Şêrewa ya Efrînê bombe kirin.

Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da û navendeke ya Tirk hilweşandin.

Di saetên şevê de gundên Sifeyan, Xirbet Beger û Korhesen ên dikevin rojavayê Girê Spî hatin bombekirin.

Di êrîşê de cihên sivîl û nuqteyên hêzên rejîma Şamê jî hatin hedefkirin.

Hem wext gundê Birc Qas û Meyase ya Şêrewa ya Efrînê jî hatin topbarankirin. Têkildarî êrîşan ti agahiyek nehatiye girtin.