Girê Spî û gundên Şerawa tê bombekirin

Dewleta Tirk Girê Spî û gundên Şerawa bombe kir.

Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker gundên Sifeyan, Xirbeta Bager û Korhesen ên dikevein rojavayê Girê Spî dan ber topan.

Hate ragihandin ku di êrîşê de sivîl û nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê jî hatiye hedefkirin.

Heman demê gundên Birc Qas û Meyase yên Şêrewa ya Efrînê jî hate topbarankirin. Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh nehatin girtin.