Li Baxozê bi mayina DAÎŞ'ê 2 zarok mirin

Li bajaroka Baxozê ya Dêrazorê mayineke ku ji DAÎŞ'ê mabû teqiya, 2 zarok mirin û zarokek birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA'yê li bajaroka Baxozê ya rojhilatê Dêrazorê mayineke ji çeteyên DAÎŞ'ê mayî teqiya û 2 zarok mirin,  zarokek jî bi giranî birîndar bû.

Diyar bû zarokên ku ji ber teqîna mayinê mirin Mihemed Mihsên El-Necîm (11) û Îsa El-Bedran (16) in. Zarokê bi navê Fehîd El-Bedran (14) ê ku bi giranî birîndar bûyî rakirine nexweşxaneyê.