Li Şehbayê planên qirêj ên li ser Şengalê hatin protestokirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê peyama di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin, protesto kirin.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê peyama di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin, protesto kirin.
Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumetên Bexda û herêma Başûrê Kurdistanê de meşiyan.
Meşvanan bi pankartên "Berxwedana Şengalê berxwedana Efrînê ye", "Na ji îxaneta navxweyî re", "Bi îradeya gelê Êzidî em ê îxanetê têk bibin û îradeya gelan pêk bînin" û "Bi rihê berxwedana Şengal û Berxwedana Serdemê em ê azadiya gelê xwe mîsoger bikin" ji ber navenda navçeya Ehdasê ber bi gundê Meret Miselemiyê ya navçeyê ve meşiyan.
Meş li gundê Meret Miselemiyê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Sureya Mistefa komploya li dijî civaka Êzidî şermezar kir û bi bîr xist ku li dijî civaka Êzidî gelek ferman hatin kirin, tevî vê yekê Êzidiyan serî netewand û li ber xwe da.
Sureya got: "Em nahêlin ku dîrok li dijî civaka Êzidî dubare bibe, em ji dagirkerî û komplogeran re dibêjin ku gelê Efrînê gelê Êzidî ye, Şengal Efrîn e. Em ê hemû komployên li dijî gelê Kurd û civaka Êzidî bi taybet têk bibin."
Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Efrînê Eyşe Seydo diyar kir, ku dema li dijî Şengalê komkujî hatin kirin, PDK û hikumeta Bexdayê li ku derê bûn?
Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin qîrkirin.