DAÎŞ'î yên girtî li gorî kîjan pîvanan hatin berdan?

Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 631 endamên DAÎŞ'ê efû kir. Hevserokê Dadgeha Parastina Gel Hesen Silêman diyar kir ku ji sala 2014'an ve 7 hezar DAÎŞ'î tên darizandin û yên hatine berdan jî sûcên sivik kiribûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne, hîn jî ji bo herêmê pirsgirêkeke bingehîn e. Di mijara darizandina DAÎŞ'iyan de jî ku veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî, hîn civaka navneteweyî gavek neavêtiye.

Çeteyên DAÎŞ'ê tevî ku li Sûriyeyê û tevahiya herêmê li dijî mirovahiyê sûc kirine, hîn nehatine darizandin. Polîtîkaya cezahiştinê dike ku cesaretê bide DAÎŞ'ê û rêxistinên mîna wan ku sûcên nû bikin.

Hêzên navneteweyî hîn jî meseleyê tenê weke pirsgirêkeke leşkerî dinirxînin. Di rewşeke wiha de hebûna endamên DAÎŞ'ê yên girtî û malbatên wan ên li kampan ku hejmara wan bi deh hezaran kes e, li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyeke mezin e.

LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ 19 HEZAR DAÎŞ'Î GIRTÎ NE

Di rewşa heyî de li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, 12 hezar DAÎŞ'iyên ji Sûriyeyê, 5 hezar DAÎŞ'iyên ji Iraqê û 2 hezar DAÎŞ'iyên ji 55 welatên cuda bi giştî 19 hezar DAÎŞ'î hene. Li kampan jî ji malbatên DAÎŞ'iyan 67 hezar kes hene.

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo lêkolînkirina sûcên çeteyên DAÎŞ'ê, her wiha belgekirina van sûcan û darizandina çeteyan gelek caran bang li raya giştî ya navneteweyî kir, lê hîn jî banga rêveberiyê bêbersiv maye.

RÊVEBERIYA XWESER 3 PÊŞNIYAR KIR

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî sê pêşniyarên bingehîn li civata navneteweyî kirin, lê belê hêzên navborî xwe nadin ber darizandina çeteyan. Li herêma ku hîn jî gefa êrişê li ser heye, binesaziyeke ku karibe ewqas girtiyan rabike hîne.

Pêşniyarên Rêveberiya Xweser:

1- Li gorî pîvana xwecihiya sûc, ji bo darizandina endamên DAÎŞ'ê yên girtî dadgeheke navneteweyî bê avakirin,

2- Welatên ku welatiyên wan tevlî DAÎŞ'ê bûne welatiyên xwe werbigirin û li gorî qanûnên xwe darizîne,

3- Piştgiriya hiqûqî ji darizandina dadgehên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bê dayin û biryarên ku ji aliyê dadgehên serbixwe ve bên wergirtin bi rengekî fermî bên qebûlkirin.

BIRYARA QISMÎ YA EFÛYÊ

Piştî ku endamên DAÎŞ'ê yên girtî hatin berdan, Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, heftiya bihurî biryara efûya qismî da. Ji 848 DAÎŞ'îyî yên bi şertên berdanê 631 jê hatin berdan.

Biryara efûyê ya Rêveberiya Xweser hin nîqaş bi xwe re anîne, li ser ewlehiya herêmê, li ser giraniya sûcên kesên ku hain berdan û piştî berdana wan wê rewşa wan çawa were şopandin. 

HETA NIHA 7 HEZAR DAÎŞ'Î HATIN DARIZANDIN

Hevserokê Dadgeha Parastina Gel a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Hesen Silêman ji ANF'ê re re axivî û got kesên ku ketine ber efûyê piştî lêkolînên berfireh û pirhêlî ji efûyê sûd wergirtin.

Silêman ku Dadgehên parastina Gel 2014'an hatine vekirin, Rêveberiya Xweser bi çarçoweya 2014/20'an heta niha li 7 hezar dosyayî neriye û tenê di nav 2020'an de 900 kes jê sûd wergirtine.

Silêman got heta niha endamên DAÎŞ'î yên welatiyên Sûriyê hatine darizandin, bi biryara efûyê yên ku hatine berdan bi piranî bi cezayên ku ji dadgehan standine heta bi radeyekê cezayê xwe kişandine.

KÎ KETE BER EFÛYÊ?

Silêman got endamên bi payeya bilind ên DAÎŞ'î, ên çekdar, ên di nav hiyerarşiyê de û sûc kirine neketine ber efûyê û got, ''Bêhtir, piştî ku DAÎŞ'ê herêm dagir kir, kesên ku di nav karên sivîl, îdarî û ticarî yên DAÎŞ'ê de cih girtine ketine ber efûyê.''

Silêman diyar kir kesên ku ketine ber efûyê li gorî rapora komîsyonên girtîgehê û komîsyonên lêkolînê yên dadgehê kesên k ketine ber efûyê hatine diyarkirin.

Silêman got, ''Raporên ku têne hazirkirin ji bo ku were tespîtpikirin bê ka ev kes ji bo civakê taloke ne yan na têne hazirkirin. Dema ku çarçoweya efûyê hate diyarkirin ev rapor esas hatin dîtin.''

HEVDÎTINÊN MECLÎSA EŞÎRAN Û MSD'Ê KARÎGER BÛN

Silêman her wiha diyar kir bi rengekî periyodîk endamên DAÎŞ'ê yên ku ketine ber efûyê wê ji hêza hêzên ewlehiyê ve werin şopandin û got, ''Di biryara efûyê de hevdîtinên MSD'ê û Meclîsa Eşîran jî karîger bû. Bi mîsogerkirina eşîran kesên ku cezayên wan sivik bûn, biryara li ser hate standin ku bikevin ber efûyê.''

'DAÎŞ JI BO HERÊMA ME TALOKE YE'

Silêman got DAÎŞ hê jî ji bo herêma wan taloke ye, herêma wan ji hêla saziyên darazaê û saziyên cezayê yên înfazê ve ne bi jêresaziyeke wiha ya xurt e û got, ''Hicreyên veşartî yên DAÎŞ'ê rêxistiniya xwe didomînin. HêzÊn me yên ewlehiyê operasyonan dikin. Lê cihek tine ku van kesan zevt bike. Ev ji bo herêmê meseleke giran e.''

'DAÎŞ'IYÊN BIYAN HÊ NEHATINE DARIZANDIN'

Silêman her wiha got endamên DAÎŞ'ê yên biyan nehatine darizandin û ji ber vê neketine ber efûyê û got, ''Hê yên biyan nehatine darizandin. Di vê mijarê de pirsgirêkên giran hene. Piştî darizandin ev kes wê cezayê xwe li kûderê bikişînin ne diyar e. Li ser vê Rêveberiya Xweser li qada navnetewî hevdîtinan didomîne. Lê hê encam nehatine standin.''

'DAÎŞ NE MESELEYA ME TENê YE'

Silêman got mesesele giran e, DAÎŞ hê neqediyaye û hewl dide ku dîsa rêxistiniya xwe bike û got ,''Hevkariya leşkerî ya li dijî DAÎŞ'ê divê di qada hiqûqî de jî were kirin. Ev dibe sedem ku DAÎŞ dîsa zindî bibe. Li ser vê mijarê zû divê gav werin avêtin. Ji ber ku DAÎŞ ne tenê meseleya me ye, meseleya cîhanê ye jî.''