Cenazeyê şehîd Reşo Dêrik hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Raman Mazûl (Reşo Dêrik) ê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke girseyî veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şehîd Raman Mazûl (Reşo Dêrik) ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve ketin rê.

Li goristanê, deqeyeke rêz hate girtin. Piştre li ser navê hêzên leşkerî, ji fermandarên Tugaya Şehîd Bawer Tolhildan li ser kesayeta şehîd Raman axivî û got: "Şehîd Raman ji dema ku beşdarî refên tugaya Şehîd Bawer Tolhildan bû erka diket ser milê wê bi rêk û pêk bi cih dianî. Şehîd Raman xwedî giyaneke têkoşer û qehreman bû, xeta têkoşînê şopand heta gihişt asta şehadetê."

Bi navê malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û keda wan a di parastina destkeftiyan de hate silavkirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Malbatê soza şopandina xeta şehîdên azadiyê da.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Raman bi diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.