Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê dawî nabin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Bilbil a Efrînê êrîşî sivîlan kirin.

Çeteyan li gundê Qergulê ya navçeya Bilbil a Efrînê êrîşî sivîlê bi navê Hisên Beko kirin. Hate ragihandin ku çeteyên bi navê Sûltan Mûrat kirin, çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku di navbera çete û kesê bi navê Zekeriya ji ber gutubêja derketî çetan li wî dane.

Çavkaniyan anî ziman ku berî dagirkeriyê li gundê Qeregulê 650 mal hebûn, piştî dagirkeriyê li gund 70 mal dijîn.

Hate ragihandin ku îstixbarata Tirk 8’ê Cotmehê li gundê Hemam a Cindirês a Efrînê welatiyê bi navê Heysem Heyder revandiye.