Dewleta Tirk zeytûnên Efrînê didize

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Bêkê û Elî Cara ya Bilbilêya Efrînê zeytûn dizî.

Bi destpêkirina demsala zeytûnan li Efrînê, berhemên zeytûnan ên sivîla ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve her sal piştî dagirkirina Efrînê têne dizîn.

Ҫavdêriya Mafên Mirovan a Efrînê- Sûriyeyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku ҫeteyên koma El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk berhemên zeytûnan a welatiyê bi navê Ekaş Dawud ji gundê Bêkê ya navҫeya Bilbilê dizîn

Li gorî ҫavkanî berhemên zêdetirî 90 daran hatin dizîn.

Di heman ҫarҫovayê de, ҫeteyên Sultan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk ji gundê Elî Cara berhemên zeytûnê yê welatiyê bi navê Reşîd Ibrahîm dizîn. Hate diyarkirin 500 darên zeytûnê yên Reşîd hene.

Li gorî ҫavkanî, ҫeteyan agahî da Reşîd Ibrahîm da ku belgeyekê ji qaşo bi navê "Meclisa herêmî" ya girêdayî dewleta Tirk bistîne ku isbat bibe, ew darên wî ne. Ev jî wekî rêbazekî nû ye ku çete berhemên daran bidizin.