Helbestvanê Kurd Cegerxwîn hate bibîranîn

Helbestvanê Kurd Cegerxwîn di salvegera 36'an a wefata xwe de, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Îro salvegera 36'an a wefata helbestvanê Kurdê navdar Cegerxwîn e. Bi vê boneyê merasîmek bîranînê li ser gora wî ya li mala wî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdên li Sûriyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de gul danîn li ser gura Cigerxwîn. Piştî gul li ser gora wî hatin danîn, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku helbestvan Cegerxwîn banga yekitiyê li Kurdan kir û bi pênûsa xwe li hemberî pergalên desthilatdar ên ku hewl didan nasnameya Kurdî tune bikin rawestiya.

Di axaftinan de bang li hemû nivîskar û gelê Kurd hate kirin ku xeta helbestvan Cegerxwîn bişopînin.