Li Efrînê zarokek bi hovane hate qetilkirin

Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye zaroke û kalemêrek bi hovane hatin qetilkirin. Sivîlek jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyê xwe spartiya çavkaniyên xwecihî, çeteyên navê (Firqet El-Hemza) li xwe dikin, Ebdulrehman Hemo yê 70 salî û zarokê Hemo Cengîz Necar ê 14 salî dema diçûn nav zeviyên xwe qetil kirin.

Her wiha destnîşan kir ku piştî keşifkirina cenazeyê zarok, diyar bû ku bi 40 guleyan hatiye kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan,  çeteyan li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê ciwanê bi navê Mesûd Mecîd Cemo (30) bi guleyan birîndar kir.