Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Şengalê meşiyan

Peymana li ser Şengalê ya ku ji aliyê PDK û hikumeta Iraqê hatibû kirin, li Kobanê hate protestokirin.

Bi hezaran şêniyên Kobanê li Qada Jina Azad a li bajêr kom bûn û li dijî peymana li ser Şengalê meşiyan.

Girseya gel heta Qada Şehîd Egîd meşiyan. Di meşê de pankartên “Mirin ji bo dagirkeriya Tirk, bijî Rêveberiya Xweser a Şengalê” hildan.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Meclisa Kantona Kobanê Barîn Kobanê axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kirin.

Barîn wiha got: “Di roja ku Şengalê di bin komkujiya DAIŞ`ê de hiştin, nebûn xwedî biryara parastina Şengalê. Îro jî û piştî rizgarkirina wê êdî bûne xwedî dewlet û biryar! dixwazin azadiya gelan têk bibin.”

Barîn Kobanê piştrast kir ku hemû tevgerên li bakurê Iraqê tenê ji bo dorpêçkirina Şengalê û rêgirtina li pêşiya gelê wê ye da ku azadiya xwe bi dest nexin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê hevserok Meclisa Rêveber a rêveberiyê Mihemed Şahîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku beriya 6 salan di encama vekişîna hêzên Iraqê ya biguman û hêzên pêşmerge ji Şengalê de, bi hezaran şêniyên Şengalê hatin kuştin, winda bûn û gelek jinên Şengalî di nav sûkan de hatin firotin. Her wiha hate diyarkirin ku êrîşên li dijî kevntirîn baweriyên li ser rûyê erdê, kokên dîrokî yên gelê Kurd kirin hedef.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku YPG û YPJ’ê û HPG’ê şêniyên Şengalê parastin û bi sedan şehîd dan. Di dawiyê de Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kir. Piştre şênî vegerîn warên xwe û dest bi xwe birêxistinkirinê kirin. Lê ev yek dom nekir û careke din bi hincetên nerast, komplo li dijî Şengalê destpê bûn.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Ji bo parastina destkeftiyên gel, em bang li cîhana azad, rêxistinên têklidarî mafên mirovan dikin ku piştgiriya gelê Êzidî yê azad û aştîxwaz bikin. Heta karibe kar û barên xwe bi rê ve bibe. Em komploya li dijî vî gelî ku bi ax û mîrasa xwe ya dîrokî ve girêdayî şermezar dikin. Em bang li hemûyan dikin ku li ser çarenûsa gelan bazaran nekin. Li rex rastiyê û demokratiya li Şengalê bisekinin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew bi şêniyên Şengalê û vîna wan a azad in.