QSD: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsa û Girê Spî didin

Navenda Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku di demên dawîn de li ser xeta Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bûne.

QSD’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên topbaranê, li ser xeta Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetir kirine. Bi taybetî di 3 rojên dawîn de navenda bajarê Eyn Îsa û derdora wê bi dijwarî tê bombebarankirin. Di wan bombebaranan de gelê herêmê dikin hedef. Di bombebaranên do de 2 zarok birîndar bûn.

Her wiha li xeta gundê Malikiyê tevger û amadekariyê çeteyan zêdetir bûye. Çeteyên dagirker li 2 km nêzî rêya M4 a navdewletî amadekariya êrîşê dikin.”