Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê gelek sivîl revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, sûcên li hemberî sivîlan bênavber didomînin. Çeteyên Tirk li Efrînê gelek sivîl revandin ku zarok jî di nav de hene.

Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê li Efrînê êrîşên dijî mirovahî yên wek êşkence, destavêtin, destdirêjî û revandin ên li hemberî sivîlan bênavber dewam dikin.

Çavkaniyek ji navçeya Şiyê ya Efrînê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên bi navê "Sultan Suleyman şah", Emşat û Lîwa Weqas gelek sivîl ji gundên navçeyê revandine.

Hat zanîn ku di 25’ê Mijdarê de Mîkayil Mihemed (34), di 27’ê Mijdarê de jî ku yek ji wan zarok û du jî jin Nûrhan Kêlo (55), Cozfîn Mihemed (35) ve Cofan Ehmed (14) hatin revandin.

Di vê navberê de, tê diyarkirin ku Bekir Reşolîk, muxtarê navçeya Şiyê, ji hêla çeteyan ve bi berdêla 500 dolar fîdyeyê hatiye dîlgirtin.