Eyn Îsa û Şehba tê bomberdûmankirin

Dewleta Tirk a dagirker bomberdûmana li ser Eyn Îsayê didomîne û êrîşî Şehbayê jî kir.

Saet di 19.00’an de êrîşên li dijî gundê Muelek ê Eyn Îsayê û rêya navneteweyî ya M4 dest pê kir. Êrîşî kampa Eyn Îsayê jî hate kirin.

Saet di 22.10’an de jî balefirên keşfê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê geriya.

Êrîşên li ser Eyn Îsayê domiya û saet di 21.30’an de jî gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Miniq ê Şehbayê jî hate topbarankirin.