Li Til Birakê êrîşên li ser Şengalê hate protestokirin

Li bajarê Til Birakê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku peymana di navbera Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê tê wateya qetlîama ku DAÎŞ’ê li civaka Êzidî kiribû.

Bi armanca şermezarkirina peymana di navbera hikumeta Iraqê û PKD`ê de, bi sedan şêniyên Til Birakê daketin qadan.

Xwepêşandan ji ber Çerxerêya Firinê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çû. Xwepêşandêran pankartên "Na ji êrişên artêşa Tirk ên li ser Şengalê" û "Na ji komkujiyên nû yên li dijî gelê Şengalê re" hildan.

Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê û li wir endama meclisa Til Birakê Abdullselam El-Hesanî axivî û got hîn jî faşîzma dewleta Tirk sûcên xwe berdewam dike û dixwaze gelê herêmê koçber bike. El-Hesanî got, “Dewleta Tirk dixwaze ewlehî û aramiya hemû herêman têk bibe, ji ber vê yekê bê ser û ber navçeya Eyn Îsayê topbaran dike û di encama wê de sivîl, kal û pîr û jin şehîd dibin.”

Abdulselam El-Hesanî destnîşan kir ku di 9’ê Cotmeha derbasbûyî de, hikumeta Bexdayê û hikumeta herêma Kurdistanê ji bo rêvebirina Şengalê, beyî ku li gelê Şengalê vegerin, peymanek îmze kir, lewra ew dibêjin ev peyman vîna gelê Şengalê tune dike û hikumetên Bexdayê û Herêma Kurdistanê dema DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê kir, wan dev ji civaka Êzidî berda.

Abdulselam El-Hesanî ev pirs kir:"Wextê DAIŞ`ê jinên Êzidî firotin û gelê Êzidî yê li Şengalê qetil kirin, hikumeta Bexdayê û hikumeta herêma Kurdistanê li ku bûn?"

Abdulselam El-Hesanî diyar kir ku peyman bi biryara dewleta Tirk pêk hatiye, ji ber ku berî her tiştî xizmeta wê dike û derbeyê li vîna civaka Êzidî dixwe.

Abdulselam El-Hesanî bi navê şêniyên navçeya Til Birakê bang li raya giştî kir û got îro ew bang li raya giştî ya Koalîsyona Navneteweyî û tevahiya dewletên cîhanê yên ku di pêvajoya salên derbasbûyî de li hemberî terorê şer kirin, dikin û vê yekê dibêjin: "DAIŞ bi dawî nebûye, hîn jî heye û di kesayeta dewleta Tirk û çeteyên wê de diyar dibin. Ev peyman hewldana derbekirina vîna civaka Êzidî ye.”