Gundekî Efrînê di bin gefa komkujiyê de ye

Dewleta Tirk a dagirker gundê Firêriyê yê girêdayî Cindirêsa Efrînê xiste dorpêçê. Şêniyên gund ji di bin gefa komkujiyê de ne.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên koma El-Hemzat a bi serkêşiya çete Ebû Cabir a girêdayî rejîma Enqereyê, gundê Firêriyê yê girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê kiriye hedef.

Dagirkeran dest bi talankirina baxçeyên zeytûnan ên şêniyên gundê Firêriyê kirin û şêniyên gund li beramberî wan rabûn.

Li ser vê piştî rabûna gundiyan li hemberî çeteyan, çeteyan gund dorpêç kirin û gule li malên gundiyan reşandin û bi çekên giran jî êrişî gund kirin.

Gundî bi fikar in ku li gund komkujî pêk bê.