Dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsa û Girê Spî kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Eyn Îsa, derdorî wê û gundekî yê Girê Spî kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî  saet derdorî 21:10’ê navçeya Eyn Îsa û derdorî wê kampa bi heman navî kirin.

Saet derdorî 19:00’an jî hêzên dagirker ên Tirk ên li gundê Bîr Temah ên Girê Spî bûne, gule li hêzên Şamê yên li Gundê Sarûce reşandin, leşkerekî Sûriye ji destê çepê birîndar kirin.