Li Efrînê çeteyan sûcekî din li dijî mirovahiyê kir
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Şêxo diyar kir, ku kuştina zarok û extiyarekî li gundê Kîmarê yê Şêrawayê bi fermana îstîxbarata dewleta Tirk hatiye kirin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Şêxo diyar kir, ku kuştina zarok û extiyarekî li gundê Kîmarê yê Şêrawayê bi fermana îstîxbarata dewleta Tirk hatiye kirin.
Çeteyên Firqet El Hemzat ên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker roja Înê li Efrînê sûcekî din li dijî mirovahiyê kirin.
Çeteyan zilamekî 70 salî û zarokekî 14 salî ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê qetil kirin.
Her wiha çeteyan gule li ciwanê bi navê Mesûd Mecîd barandin û ji lingê xwe birîndar bû. Piştre ber bi cihekî nediyar ve birin.
ZAROKÊ 14 SALÎ BI 40 GULEYAN QETIL KIRIN
Li gorî dîmenên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) weşandin, zarokê bi navê Hemo Cengîz bi 40 guleyan hatiye qetilkirin.
Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyan yekser bi fermana îstixbarata dewleta Tirk ev sûc pêk aniye û got: "Ev sûcekî bi zanabûn e."
Her wiha Şêxo da zanîn ku li herêma navborî, ji ber ku baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker û navenda îstixbarata MÎT`a Tirk lê ne, tevgerên dagirkeriyê zêde bûne.
Şêxo ev agahî jî parve kirin: "Li gorî hinek çavkaniyên taybet ên ji gund, çeteyên Hemzat, Ebdulrehman Hemo beriya mehekê ji qetilkirina wî revandine, ji bo serbestberdana wî fîdye xwestine û îstixbarata Tirk ew gelekî tengav kiriye."