Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Eyn Îsayê kir

Gundê Mûelek ê girêdayî Eyn Îsayê û rêya M4 ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Mûelek ê Eyn Îsayê û rêya M4 a navnetewî, li gorî saeta herêmê li derdora 18:50’an dest bi bomberdûmanê kir.

Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawî de êrîşên xwe yên li dijî vê herêmê zêde kiriye.

Ji berî êrîşa herî dawî di saetên êvarî de Navenda Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê bal kişandibû li ser zêdebûna êrîşan a li herêmê.

QSD’ê got, “Di rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, xeta Eyn Îsa û li derdora Girê Spî êrîşên xwe zêde kirine.”

QSD’ê diyar kir ku dagirkeran tevger û amadekariyên xwe yên li ser xeta gundê Malikiyê zêde kirine û got, “Çeteyên dagirker 2 km nêzî rêya M4 a navnetewî çeperan çêdikin û xwe ji bo êrîşê amade dikin.”