ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Heta ji Îmraliyê agahî werin, em ê li qadan bin’
Malbatên şehîdên Rojava nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê dan û gotin “Heta ku em ji Îmraliyê agahiyan bistînin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.” -
'Rojava şoreşeke rasteqîn e'
Ji beşdarên Konferansa Enternasyonal a Rojava Têkoşer Lewend ê Spanî anî ziman ku Rojava xewn nîne, lê rastî ye û got, "Şoreş pêkane û em dikarin bi hev re xwe bigihînin cîhaneke nû." -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dibistan gulebaran kir: 10 Zarok birîndar bûn
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabatayê dibistana gund gulebaran kir. Di encama gulebaranê de 10 zarok birîndar bûn. -
Ciwanên Amûdê ji bo Hefteya Lehengiyê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Lehengiyê de meşek li dar xistin û berxwedana gerîlayan silav kirin. -
Di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de li kantona Hesekê çalakî hatin lidarxistin
Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê de şêniyên kantona Hesekê çalakiyên cihêreng lidar xistin. Di daxuyaniya li Hesekê de hate gotin, “Meşeleya ku Mezlûm Dogan ji bo xelasiya ji zilma di girtîgeha Amedê de vêxist, li hemû Kurdistanê belav bû.” -
Li Dêrîkê ji bo 96 şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin
Bi tevlêbûna bi dehan welatiyên Dêrikê ji bo 96 şehîdên ku di nava 3 mehên Çile, Sibat û Adarê de li cih û demên cuda şehîd bûne merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Soza şopandina rêya şehîdan hat dayin. -
Dewleta Tirk li Racoyê jinek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê Îlham Ebdurehman revand. -
Li Şêrawayê mayin teqiya: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gundewarê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ji ber teqîna mayînekê du kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 mih mirin. -
Hesen: Piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ'ê dewam dike
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen diyar kir ku DAÎŞ çavkanî û piştgiriyê bi temamî ji dewleta Tirk digire û got, "Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wan perwerde, bi rêxistin dike û dişîne." -
'Konferansa Enternasyonalîst ji bo Îtalyayê jî dikare bibe çavkanî'
Zeryan Berxwedan destnîşan kir ku Konferansa Enternasyonal a Rojava ji bo wê tiştekî nû ye û got, "Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê." -
Li navçeya Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Bi dehan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hindurîn ku di dema erka xwe pêk dinanî de şehîd bibûn û , berê xwe dan navçeya Sirînê. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ehmed Newaf Ziyab hat veşartin
Şêniyên Herêma Başûr a Kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ehmed Newaf El-Ziyab li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin. -
Li Efrînê di nava hefteyekê de 6 kes hatin revandin
Di nava hefteyekê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 6 kes revand. -
Êrîşeke sîber birin ser ANHA’yê
Ji ber êrişên sîber malpera Ajansa Nûçeyan a Hawarê venabe. -
Hesen Şêx Hesen: Bi Tevgera Azadiya Kurdistan re bibin yek.
Bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Şêx hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ya ku nûnertiya fikrên netewa demokratîk dike, bibin yek. -
'Em ê têkoşîna 50 salî ya bi rihê enternasyonal dest pê kirî bigihînin asta herî bilind'
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Enternasyonal a Rojava Şoreş Ronahî diyar kir ji konferansê ew biryar derketiye, şoreşa Kurdistanê were geşkirin û li cîhanê were berbelavkirin û têkoşîna ku beriya bi 50 salî bi enternasyonalê dest pê kiriye, wê bigi -
Artêşa Tirk gundê Muelek û kampa Eyn Îsa topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî gundê Muelek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin. -
Dewleta Tirk li Serêkaniyê 9 mal hilweşand
Li bajarê Kurdan Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, 9 mal hatin hilweşandin. -
Li Şehbayê 'Kamîkaze Drone' kete xwarê
Li herêma Şehbayê, amûreke hewayî ya biçek a dewleta Tirk a dagirker kete xwarê. -
Xerîb Huso: 50 salên zêrîn di Newroza 2022’an de olan da
Xerîb Huso diyar kir ku agirê Newrozê bi felsefeya Rêber Apo hatiye Rojava û di sala 2022’an de gelan li qadên Newrozê bi saya keda 50 salî ya Rêber Apo û bi agirê têkoşînê ya ku wî vêxistiye bersiv dane. -
Konferansa Yekemîn a Enternasyonal a Rojava hate lidarxistin
Bi tevlêbûna hemû sazî û avaniyên enternasyonal ên Rojava, Konferansa Pêşî ya Enternasyonal a Rojava hate lidarxistin. Di konferansê de nexşerêya dema nû hate diyarkirin. -
Xelîl: Divê sînorek ji desthilatdariya Tirk re bê danîn
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, "Eger tê xwestin ku ji çeteyên DAÎŞ'ê bê rizgarkirin, divê sînor ji dewleta Tirk re bê danîn. Heta ku desthilatdariya AKP-MHP hebe wê DAÎŞ mezin bibe û metirsîdar be." -
Di konferansa jinan de pêşniyarên çareseriya mayîn de
Di Konferansa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate destnîşankirin ku vegera koçberan a bi ewle ji bo malên xwe û bidawîkirina tawanên li dijî jinan, encax bi bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê pêkan e. -
Cenazeyê şehîd Bekir li Helebê hat veşartin
Bi tevlêbûna sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê Endamê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Bekir Bekir ku di 22’ê Adarê de şehîd bûbû hat veşartin. -
Newroz Ehmed: Li dijî DAÎŞ'ê, me piştgiriyeke têrker wernegirt
Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed anî ziman ku li gel êrişên dewleta Tirk û derfetên kêm wan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke bênavber meşandin, lê belê ji Koalîsyona Navneteweyî piştgiriyeke têrker wernegirtine.